we naçar leber çarey derdî dił

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  439 Dîtin
>
we naçar leber çarey derdî dił
bel necatim bê lem bendî muşkił
her wek řawçyan biçin we parêz
kewtime parêzî ew weḧşî xwên řêj
be wêney derwêş kełpûs wekoło
beynê min û ew mamo we çoło
her wek seyyadan parêzim ebird
le cêy nedîgîw pişt aso û bin berd
řojê lenaka seyrim kird carê
wek keł xewtige leber qetarê
wekû řawçyan min we teqle û řew
řoyîm ta geyme we pay taqî ew
řawêsam le pay ew taqey ewda
şunwêy kird hełsa nakaw le xewda
hate gifit û go ew şeker řaze
ew şoxî dulber ew saḧb naze
pirsî lêm karit çîye çi karî?
wa dyare řawçît wêłî şikarî
witim qîblekem serwî semenber
bo to awarem nazarî kîşwer
řeḧmê ke we min dił we derdewe
yek mangen bo to wam we herdewe
beynêke qîblem be xwa wêłî tûm
her wekû mecnûn eragêłî tûm
leber dar tawim swênim we xałit
we tay egrîcey jêr say desmałit
cwabî damewe ew şox û şenge
ew serwî selar ew tûba řenge
witî madamê to bo min wêłî
bo min wek mecnûn ser herdan gêłî
şerit wê ew şertey nazaran eyken
nazaran derḧeq meyl dadan eyken
ta to wem řenge gyan fîday min wî
wek şêxî sen’an dił şeyday min wî
nazarî to wim ta we řoy mirdin
madam tewq minit xistote gerden
mela gyan bêje bew koneyare
bew bê ḧeyakey herzey bêkare
ew weḧşî bêhoş bê şerim û bê şo
ew bê ’eqił û fam şêtî nezan do
bêje le daxt şerte fiłan kes
girtûye be yar ceyranî sermes
xeramanî çîn kenîzî xasî
şîrînî ermen wa we îxlasî
ke ew wew řenge le min ’eday kird
wa dił wek mîneNasnava edebî le ew ḧeşay kird