nazenîn nazit dekêşim min be sed ’înwanewe

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  405 Dîtin
nazenîn nazit dekêşim min be sed ’înwanewe
min be qurbanit ebim qurban be řoḧ û gyanewe
toyş leber xewfî xuda řeḧimit bibê ey guł beden
bêje bew çawane azîz to le řûy wîcdanewe
yek keřřet xwênim biřêjin řoḧ derênin bimkujin
nek hemû wext û se’atê bimxene gyandanewe
bo ezêt û dił be xwên bûn řût ke poşî kafîye
bo çî emxeyte ber desřêjî ew çawanewe
’aşiqêkî quř be ser wek min ebê çî bê le dest
çaweřêy lutfî bika dulber le řûy îmanewe
toyş weha seyrim ekey wek dujminêkî xwênexoy
dest be biřnewa wesabê ew be ser meydanewe
lêw şeker dulber kenî û bû be xwênî ’aşiqî
’aşiqî bedbext ebê çibka be dest cananewe
ẍeyrî serdanan le jêr şimşêrî ebroy dulbera
ya wekû mîneNasnava edebî binałênê be ser kêwanewe