’aşiqî şêwey kesêkim mehweşî sîmîn beden

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  442 Dîtin
’aşiqî şêwey kesêkim mehweşî sîmîn beden
dîde mexmûrî sya wek dîdeyî ahûy xuten
dulberî qed ’er’erî lêw şekkerî ebro keman
guł perî zor naskî egrîçe piř çîn û şiken
dîde bîmarî bî’eynî turkî xwên řêjî xeta
gêsû piř çînî, bełê tû, zułfî tatay yasemen
seru bałayî dił ara her wekû tûbay beheşt
ḧûr sîmayî perîweş tawwisî fendoq dehen
řû bikate her mekanê şerte wek cennet ebê
şêweyî des nakewê mîneNasnava edebî meger sen’ay yemen