witî bo çî nema hoşt witim be xwa leber çawit

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  510 Dîtin
witî bo çî nema hoşt? witim be xwa leber çawit
witî boç bûy be mecnûn to? witim bo perçemî xawit
witî çî ’aşiqî kirdît? witim xurşîdî řuxsarit
witî to şêtî çî bûgî? witim bo xałî nexşawit
witî boç bûy be dêwane? witim bo bazin û pencet
witî bo çî zelîlî to? witim kewtûme naw dawit
witî bo çî enałênî? witim bo ẍunçeyî lêwit
witî bo çî dił ewgarî? witim bo qametî lawit
witî mat û serasêmey? witim bo gerdinî safit
witî ḧeyranî çî bûgî? witim gyan şewqî naw çawit
witî bo çî weha şeyday? witim bo baẍçeyî lîmo
witî kwanê? witim sîngit le jêr suxmey tirazawit
witî hawar ekey bo çî? witim bo qametî serut
witî dêjî birîndarî? witim kewtûme ber řawit
witî hełse le gełma bê, witim mumkîn nîye ḧepsim
witî zencîr le pêtaye? witim pêplikî hûnawit
witî mîneNasnava edebî hîlakî tom, witim qurban dewam sehle
witî çî bê dewat bîkem? witim maçê le ber çawit