ey seba tubî û xwa aramî gyanim wa le kwê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 5 Xulek  793 Dîtin
ey seba tubî û xwa aramî gyanim wa le kwê?
pêm biłê wa sûtyam řoḧî řewanim wa le kwê?
dûr nîye řoḧim derê mujde derî subḧî seḧer
bimderê mujde ezanî diłistanim wa le kwê
dił le ḧesret derdî dûrî wexte arî tê biçê
ey nesîm pêm bêje nûrî çawekanim wa le kwê
lew demey çeştûye zehrî marî dûrî řoḧekem
dařzawe dił tebîbî mîhrebanim wa le kwê
wek ketan twê twê řizawe parepare cergekem
pêm biłê peykî seḧer dîde fetanim wa le kwê
qet meken men’im desûtêm ger wekû perwane min
ya wekû qumrî dełêm serwî cînanim wa le kwê
dił be ẍemzey çawekanî mîne cafNasnava edebî gîrodeye
boye řoj û şew ełêm ebro kemanim wa le kwê
***
baẍewan kwanê gułî xendan û kwanê yarekem
kwa nîgarî mahřû kwanê gułî gułzarekem
kwanê bała serwî qed ’er’erî ahûy mîşk bo
kwanê serdestey gułan kwa mehweşe guł parekem
pêm biłê tubî xwa bo kwê çû yarî nazenîn
baẍewan her toy ke emřo meḧremî esrarekem
řûy le kwê kird pêm biłê kwa ḧorîyî baẍî îrem
wa le kwê şabazî şehla seydî dił azarekem
wa le kwê tawwisî řexşan kwanê perçem piřişken
wa le kwê şemsî direxşan wa le kwê nazarekem
wa le kwê fîtne nîga pêm bêje kwa lêmu zeqen
kwanê řûmehtabî řexşan askekey tatarekem
pêm biłê bo kwê çuwe îstake tuxwa baẍewan
mesken û maway le kwê bê dulbere diłdarekem
wa le kwê pêm bêje tuxwa kwa nîgarî mahřû
baẍewan arim e dił çû kwanê çaw bexumarekem
wa le kwê gerden bilûr û wa le kwê egrîce xaw
wa le kwê sîmîn cemîn çaw nergise bîmarekem
wa le kwê şîrîn û diłkeş ahûyî deştî xeta
wa le kwê tûba qyafet kwa kewe xałdarekem
wa le kwê qumrîy gułistan kwanê lencey diłistan
wa le kwê ḧorîy îrem neyşekerî cobarekem
wa le kwê ebrokeman û wa le kwê birjang sînan
wa le kwê ẍemzefetan û wa le kwê ’eyyarekem
ger epirsît mîneNasnava edebî asa baẍewan, dûr bê le řût
wam le ḧałî mirdina bo dulbere diłdarekem
***
ey diła bê ẍem be sebirit bê nîgarit têtewe
baẍewan dêyjê be zûdî guł’uzarit têtewe
hîç le ẍem dernayê lay min tewekkul çaktire
ayetî an mi’ alErebî burhane yarit têtewe
serbexo nałêm be to ey dił newîyem pê eden
her kesê dê pêm ełêt serwî selarit têtewe
zû be zû řojê ebêt dił xoş bibim bem mujdeye
pêt biłên mujde subey dîdexumarit têtewe
ẍem mexo bê mayeye ey dił sebûrî çatre
her le ḧeq dawa ke ta serwî selarit têtewe
beḧrî eltafî xwa bê întihas bo xas û ’am
gwê bide latqintiwaErebî ahûy tetarit têtewe
pêm ełên mîneNasnava edebî le ber çî ẍem exon te’mîn be to
mełhemî zamî derd û nawcergî zarit têtewe
***
boç nehat hêzî dił û aramî gyanim boç nehat
bo nehat nûrî bînayîy çawekanim bo nehat
bo nehat tûba qyafet serwî gułzarî îrem
dulberî qed neyşeker řoḧî řewanim bo nehat
’er’erî gułzarî cennet newnemamî mîsk bo
tawwisî fîrdewsî e’la ḧûr cinanim bo nehat
lêw wekû ẍunçe letîf û pembeyî û sûr û sipî
gewherî şehla û şemsî asmanim boç nehat
dem qutûy gewher çend narinc û xał mîşkî xeta
mem henarî guł bedem şoxî cîhanim boç nehat
ahûyî deştî xetaw û qumrîy şîrîn xeram
şehryarî dił sitanî dił sitanim boç nehat
dafî’î efẍan û nałe û şerbetî teskînî dił
mełhemî cerg û birînî zamekanim boç nehat
her wekû mecnûn deplikêmo be derd û êşewe
mîne cafNasnava edebî dêjim ke leylî kwîstanim bo nehat
***
ey diłî ẍemdîde mujde koçî yarim hatewe
mełhemî zamî derûnî piř le xarim hatewe
şemsî xawer wa le burcî xoy tułû’î kird ełên
guł be den fendoq dehen lale’uzarim hatewe
řoḧ bike şabaşî ber pêy ey diła bem mujdeye
bo şikarî seydî to bazî tewarim hatewe
zamî dił sarêş ebêto daẍî dûrî defi’ ebê
bo şîfay derdim tebîbî mahwarim hatewe
newgułî baẍî ḧeyatim le’lî řumman lêwekem
mayeyî keyfî diłim dîde xumarim hatewe
qed wekû şimşał û qamet ’er’erî baẍî beheşt
mehweşî sîmîn cemîn ahûy tetarim hatewe
zulf wekû sunbul peşêw û xał wekû muşkî xeta
mem henarî guł bedem dêjî nigarim hatewe
řû guł û çaw nergisî şehla û ebro wek hîlal
sêwzeqen, sîmîn beden, mîhrî dyarim hatewe
ḧakmî îqlîmî ḧusin û efserî şoxî cîhan
efzelî meḧbûbî dewran tacdarim hatewe
tîpî mujgan, fewḧî ’esker, şîrdesî ebroyî mes
bo emîrî xutteyî dił, şehryarim hatewe
mîneNasnava edebî diłşadim deken bem mujdeye goya nîgar
her wekû şahînî terlan bo şikarim hatewe
***
ey diła hełse biçîn xêr hatnî canane keyn
nek be pê bełkû be ser em řêgeye pêwane keyn
bêrewe saz û be zû çît kewte des lem şêtîye
terkî řewyey çoł perestî û şêweyî dêwane keyn
ba’îsî şukir û senaye xem ke hate întîha
wacbî êmes ke zû dermanî em derdane keyn
muddetêke bûyn be cêy efsane û lomey wiłat
řêkewe ba qet’î watey nasza û tane keyn
mîneNasnava edebî asa ba biçîn ey dił be pîrî yarewe
dem be dem şukirî xwa tehlîleyî em zwane keyn