çawekem fermû hemû amadeye bezim û tereb

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  397 Dîtin
çawekem fermû hemû amadeye bezim û tereb
burbut û nay û muẍennî û nuqił û badey muntexeb
ba be wesił û keyf û şadî têpeřênîn em şewe
şeq berê bimrê le daxana řeqîbî seg neseb
tu xwa cana be řeẍmî mudde’î û bedgo û ḧesûd
bê peyapey mey binoşîn pyałe piř keyn leb be leb
çaw leser çaw lêw le ser lêw dem le naw dem dabnêyn
şad û bê ẍem řabwêrîn dił be bê êş û te’eb
bezmî centet key degate ew sirûr û şadîye
mîneNasnava edebî bê xof leylî toda mey binoşê řoj û şeb
dulbera ’ehde le dûrît dił denałêt wek řebab
seyrî ke cergim desûtê heł deqirçê wek kebab
wêł û ’ewdał, şêt û lêwe, serserî têm û eçim
wiř, debeng serxoş desuřêmo be bê pyałe û şerab
yek nîgay nazit ke awîşt day le bendî cergekem
zamekey xwênaw erêjêt her wekû sîrwan û zab
ger su’alî zamî cêgey tîrî ’îşwey xot bikey
lazme katib binêrît bê qełem nakirêt ḧîsab
çînî egrîcet nesîm bexşî deka katê le řût
her dełêy hewrî syaye û da’epoşê aftab
guł be dem bawe ke eřwa û têt û řengî têk eçê
’eynî wek řûy toye wextê pêkenî û ladey nîqab
lezzetî maçî demî to key eden lay mîneNasnava edebî caf
şerbetî eskencebîn û pirtiqał ya aw ’înab