xwa haware wa mirdim dewayî derdekem key bê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  415 Dîtin
xwa haware! wa mirdim dewayî derdekem key bê
le dûrîda ewa sûtam, wîsałî qîblekem key bê
wekû ye’qûb ewa kwêr bûm tikawe awî bînayîm
be daym her ełêm řebbî ke nûrî dîdekem key bê
sebûrî perdeyî sûta teḧemmul taqetî laçû
twanam lê çina hêzim nemawe şoxekem key bê
diłim wek bulbule daym be dem giryanewe dêjê
le lay hebwe deway derdim debê lêw ẍunçekem key bê
biłêsey agirî dûrî giřê berdaye naw cergim
serapa qeqnesim axo ’îlacî řoḧekem key bê
be ’eynî qumrî xembare ewa řoḧim enałênê
be dem êşo esûřêto ełê kwa sirwekem ba bê
aman řebbî dexîl çîbkem quřî kam cê be serma kem
wekû mîneNasnava edebî heta key min biłêm ẍemxiwarekem key bê