seyrî em bała dełêy serwî hełçuwe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
1 Xulek
520 Dîtin
seyrî em bała dełêy serwî hełçuwe
perçemî xawî dełêy wa sunbule pexşan buwe
kê emey dîwe řefîqan wam le beḧrî ḧîreta
wa le naw bedrî dû heftim da hîlalî yekşewe
zułfî wek zunnare aławe le dewrî şemsî řûy
ey mela êwe û xwa, kafir e cennet key çuwe
xałî meftûnî leser sefḧey gułî kułmî ełêy
hînduyî agir pereste ser qubey nûr kewtuwe
her ełêy le’le kirawe nesbî awêney bilûr
lêwî ałî ḧeq ke neqşî naw xorî řûy kirduwe
xo ełêy awî ḧeyat çeşmey le naw tarîkîye
wa be ’eksî şewq eda lew ẍebẍebe nûrînewe
bêrewe mîneNasnava edebî temaşa ke leme sewda serim
seyrîke biřwane ’er’er pirteqałî girtuwe