fîraq řîşey le bin hênam řefîq tu xwa dewam çî bê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  354 Dîtin
fîraq řîşey le bin hênam, řefîq tu xwa dewam çî bê
hîlakim gyan edem, çî bikem dexîle min şîfam çî bê
le jêr sata fełek aman debêje min xetam çî bê
be kamî dił nebû řojê debê sûç û gunam çî bê
desûtêm her wekû qeqnes denałêm wekû qumrî
desûřêmo wekû mecnûn leme bedtir cezam çî bê
nîşaney tîrî bedbextî û beła û mîḧnetim daym
le ber gyanim xoşe çunke le dulber dî sizam çî bê
dezanim mîneNasnava edebî lem derde řeha nabim heta emirim
eger ew şoxe bînêrê be mergîş min řezam çî bê