te’elluq derdî bê dermane kake
şîwen bo ḧeme begî fetaḧ begî mamî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
1 Xulek
401 Dîtin
te’elluq derdî bê dermane kake
be řastî êşî bê samane kake
le dinya zor geřam des xem dewayê
deway ger des kewê giryane kake
ewî wa serwerî diłsozî emrê
be bê şik jînî wek miryane kake
le ber çî min bijîm paşî ḧeme beg
debê çîm des kewê lem mane kake
ke min serdarî wek ew şame biřwa
çi nef’ê bo mine lem mane kake
wekû mecnûne îste ḧałî mîneNasnava edebî
le dûrî ew diłim biryane kake