qewmîne le ber çawim baz afetê qewmawe

şîwen bo eḧmed begî wesman paşa (eḧmed muxtar)
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  327 Dîtin
qewmîne le ber çawim baz afetê qewmawe
ya fîtneyî deccale ya meḧşere hełsawe
dûbare dengî şîne dîsanewe nałîne
’alem hemû ẍemgîne, em xełqe şiłejawe
bem toz û tem û baye řûy kirde e kurdistan
me’lûme ke dewranîş azîyetî danawe
hawarê eber gwêm tê nałîne le kurdana
çî bêt û çi qewmabê xor emřo negîrawe
ger çawî xîred wazkey bîxeyte eber dîqqet
tesdîqî ekey çerxîş bergî xemî poşawe
em şîwen û giryaney kewtote e guł ’ember
bî ’eynî dełêy fitney şîrwaneye qewmawe
wa tête eber çawim baz caf syaçares
yek carê nebû bîxey lêl řîşekêş bawe
pêm bêjin ebê çî bê meyşarenewe tu xwa
min arim ewa têçû dił bem ẍemo sûtawe
hîç kes nebû pêm bêjê řoymewe lay mało
çî dîm ke le nakaw mała wa şîwenê gîrawe
pirsîm çîye em şîne şexsê witî nazanî
eḧmed begî paşay caf lem ser ḧede kujyawe
bîzane sema daym seyyadî cewanane
em subḧe be xwênî ew herte û şefeqî dawe
bo sałî wefatî ew pirsîm û witî mîneNasnava edebî
řoyî daẍ be diłmane (te’rîxye cêmawe)