hey laye laye sertîp lay laye

layelaye bo sertîpî kuřî be zimanî daykyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 3 Xulek  441 Dîtin
hey laye laye sertîp lay laye
xwa firset bidat bigeyn be ẍaye
hey laye laye řołe şîrînim
taze nemamî gułzarî jînim
hey laye laye sertîp bînayîm
tac û textî genc kewkebey şayîm
ẍunçey newřesim mayey ḧeyatim
nûrî bînayî řûy ser bisatim
sertîp to emşew bo çî naxewî
çît lêqewmawe tu xwa nasrewî
min be layeyê etlawênmewe
bo berdî bikem eytawênmewe
řołe bo nanwît bo xewt naye
bo bê deng nabît be laye laye
êjî derdêkî taze le diłte
boye bem şewe tepaw tilte
êşî têkçûnî xakî kurdusan
ełbet lêy dawî emşew ta beyan
biřyawe xewt aramit qate
dengî giryanit le semawate
hey laye laye bînayî dîdem
sertîp ’ezîzim ey berguzîdem
gwê bigre le min korpey nexşînim
maye û sermayey dukanî jînim
kuřim to bêjît ta axir zeman
her ḧepis û bê beş bûn kurd zwan
petî sêdare û benî qenare
bû bête îrsî kurdî bêçare
top û teyyare û zirêlî şest tîr
bomba û debbabe û biřnaw û şimşîr
bo qetił û ’amî ême kirya bê
her kurd bê fitway qetlî dirya bê
kuřim qewmeket kot û zincîrî
nefî û qetił û ’am ḧepis û esîrî
wey wêne kil wa biřyawe bałay
dûryage berî serta pencey pay
er baweř nakey to seyrî xot ke
seyrî desraze û benî bêşket ke
ewsa eyzanî zincîr û ḧepsî
kurd be şîr xorî buwe be îrsî
hey laye laye řołey zam sextim
ẍemgîn û ẍembar qewmî bedbextim
hîwat qewî bê kuřim be yezdan
nessî ayete le peřey qur’an
le paş gişt şitê xoşî řû eda
fi’în mi’ alErebî xoy fermûy xuda
îste be laye bêdarit ekem
le çakî û qewmit hoşyarit ekem
ke pêgeyştî etnême xwêndin
etnême mekteb bo teḧsîl kirdin
etnême mekteb qewmî ecnebî
ne wek bo kursî û bo ser mensebî
ne kû bixiwênî toyş wek pêşwekan
bo kursî û zîw û bo řutbe û nîşan
be nawî kurdo bigeyte kursî
qewmit zebûn key le qeyd û ḧepsî
bixiwêne kuřim eme ẍayet bê
berzîy kurdistan berzîy payet bê
hey laye laye sertîpNava taybet lay laye
xwa şadmanit kat bigeyte paye