hey laye laye serkewt lay laye

lay lay ḧebe xanî kerîm beg bo serkewtî kuřî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  478 Dîtin
hey laye laye serkewt lay laye
řołe gwê bigre le dengî daye
ew dayey dûcar gyan û tem û xem
çaw piř le firmêsk, dił xwênaw û tem
epirsî řołe bo çî pêşwekan
hîç hewłyan neda bo řêgey kurdan
kam řê řêy berzî qewmî dwakewtû
kam řê ew řêgey nawîşî gum bû
gwê bigre serkewt řołey şîrînim
le xwam gereke mergit nebînim
em cejnî newroz min çûm bo êran
tûşim bû pîrê, le şwênî seyran
pirsîm lew pîre em xak û awe
îste dakewtu û mat û damawe
hate ezwan pîrî kone sał
cwabî damewe be zwanî ḧał
witî em xake maway kurdan bû
noşîngey textî řołey merdan bû
cêgey ḧakmî padşay kurd bû
maway şêranî řojî neberd bû
gerdişî gerdûn çerxî bed sitem
têkî da dezgay şahanî ḧetem
dujminî şad kird be xak û awman
nawî gum kirdîn zelîl bû nawman
nemawe xewm aramim qate
temî henasem le semawate