şiney sirwey nesîmî meqdemî diłdare em subḧe

çûne şîrînî xwardinî daykî sertîp
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  323 Dîtin
şiney sirwey nesîmî meqdemî diłdare em subḧe
şemîmî muşkî zułfî çemberî nazare em subḧe
sefa bexşî eka ey dił seba emřo be ẍembaran
be neş’ey der exa mujde wîsalî yare em subḧe
xoşî tîp tîp supay kîşaye naw îqlîmekey gyanim
le řeḧmî xwaweye dêjî şîfay xembare em subḧe
ebînim yek be yek azam le xoşyana egeşêto
be şadî pirş eden lay min deway bîmare em subḧe
serapa giştî sařêj bûge zamî cergekem dêjî
be mexsûsî ’ezîzim mełhemî zamare em subḧe
teşekkur wacb û ferze le ser şanim pey ender pey
nimûney lutif û îkiramî şehî dadare em subḧe
demêke mîneNasnava edebî wek qeqnes desutêm min le hîcrana
tikey awengî teskînî diłî piř are em subḧe