şewê nûrîn wekû bextî se’îdan

baramî řezabeg
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  297 Dîtin
şewê nûrîn wekû bextî se’îdan
be şewq û şu’le nûrîn, pakî dewran
be sirwey bay nesîm ew şew seraser
mu’etter bû be ’etrî mîsk û ’ember
şewî cum’e şewî berz û şerefdar
kirawe qapîyî bexşînî dadar
le xezney zatî ḧeq kirya kerîmê
kuřê nek kuř biłê duřřî yetîmê
le dway xoşî û edayî şukirî yezdan
be kurdî nawnira baramî kurdan
mu’eřřîx kirdî tarîxî mubarek
be hud û îqre’ û şems û tebarekHisaba Ebcedê: hud û aqra û şims û tibark|1358