were qasîd dexîlit bim mewêse zû be zû tu xwa

bo ḧesen fehmî begî caf
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  298 Dîtin
were qasîd dexîlit bim mewêse zû be zû tu xwa
bere em ’erze ta xizmet emîrî ’alî û wala
meřo ta pêt biłêm wesfî newek netdîbê neynasî
mebada lêt bigořê to nîşaney mîrî ’alîca
deçîte xizmetî mîrî be hey’et xusrewî sanî
le berzî xulq û temkîna be ’eynî xusrewî ewla
be gwêrey fîkir û tedbîr nakirê basî be hîc corê
be teḧrîr nakirê wesfî le ḧusnî xułq û temkîna
řeşîde her wekû ḧatem şecî’e her wekû řostem
ře’ûf û dahî û mahîr le ’edla pêřewî kîsra
nekey terkî edeb aman be serbestî be bê ada
neçîte jure ewweł bwêse to le qapîda
îcaze wergire ewsa le paşa to biço pêşo
beyanî ’erzî îxlas û îradetman le xizmetya
beşîr weqtê ke hat hênay le ẍafił namekey daye
şîfay bo hat be bê derman ne derdî ma ne lerz û ta
le xoşî zewqî ew lutfî emîraney ke to kirdit
ewende mesrûr bû neyzanî ke çon şukiranî lutifit ka
biłê qurban le xizmetta ełêt ta řojê min mawim
muḧîbbî tom û memnûnim mutî’im min le gişt emra