seyrîke bîxwênero tu bî xwa kake řeşe

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  369 Dîtin
seyrîke bîxwênero tu bî xwa kake řeşe
ca ezanî tê’egey çende lezîz û çend xweşe
em qerîḧey şî’rî em care dyare to le beẍdaCih fêrî bûy
aferîn ey nêreker em çûne beẍdayet ke çûy
mes’eley meşhûre ker řoyşte beẍda bû be çî
xot ezanî ger kerî êstake ya xo hêsrî
hat cewabî namekem nûsît le beẍda şarewe
meni’it nakem çunke nemgawî le sałî parewe
ḧeqte ger ’aciz bibî çunke xesarit kirduwe
derqingit hatote ałoş agirt têber buwe
gandere ’ehde eger emcare destim pêt geyî
wat bigêm sê mang le ser qingit sûř bixoyt û nesrewî
ger neyangawî hetîw destî nedawete lingit
xot cwabim bo binûse ḧîze hey kêrme qingit
çon ezanim to û şî’ir û şa’îrî bê nîsbete
pêm biłê to bî xwa kê bû ewen bê cur’ete
min gelêkim gawe nazanim ewe kamyanese
em cewabey dyare ke zûtir awse
ger ezanim kêye şerte wa le nawî ’alema
bîxem û bîgêm bibête mexsere wek sînema
pêy biłê wek to ewîş ger fêr nekiryawe be kêr
řapeřê bête e meydan sûr be sûr wek nêre şêr
ca ezanê teştê ardî genmekey çend gunkîye
têbga me’nayî şî’ir û şa’rî çone û çîye
çî biłêm naydozmewe ew kone ḧîze kêr xore
ta petî kem wek gemał ew nêre hurçe ’entere