sertîp ’ezîzim fexrî zînganîm

bo «sertîp»
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  311 Dîtin
sertîp ’ezîzim fexrî zînganîm
nemamî newres ’umrî cwanîm
taze guł ẍunçey baẍî ḧeyatim
maye û sermayey keyf û neşatim
kuřim gwê bigre hoşt lay min bê
her çît pê ełêm be to zamin bê
kizî kurdusan hêzî biřîwim
wek nişter qedqed cergî biřîwim
ser ta we daman laşem seraser
xwênaw eřêjê wek zamî xencer
řołe pêşwekan çûn û têpeřî
nanyan xward û sifreyan diřî
yekêkyan eyut «ełła bereket»
neyanut weten şukirit be nî’met
boye em erze em xak û awe
esîr û meḧkûm mat û damawe
toyş ger natewê xot tebeřa ke
perwerdey nî’met em aw û xake
bednimek mebe ḧiqûq şunas be
lêł kurd û weten yek dił û řas be
heta kû gyanit wa le bedena
řoḧit fida bê le řêy wetena
ewa pêt ełêm be dîdey nimîn
le geł kilîley diłey piřgirîn
tarîkî û matem girtûy yezîdim
tom çiray řûnak hîwa û umîdim
etbem bo mekteb bo xwêndewarî
bo ke’bey amal ne wek bo yarî
eger xwêndinit bo tołey kurde
mêjûy kurdustan le diłta girde
wa hîwam heye be xwa û pêẍember
lêł qewmî kurda zû bitxene ser
ya xo netîcey derçûy le mekteb
bo xot hewł edey bo berzî û leqeb
debî be esbab jêr xistinî kurd
bo xwên řiştin û bo kuştinî kurd
îste emewê le qapî yezdan
heta mindałît bitbeme qebran
ke pêgeyştî ebît be êşim
ebît be xencer diłey piř nîşim
kuřêkim nawê bo min û xoy bê
mîllet le jêrî ẍeyra niqqey bê
kuřêkim ewê beřastî kurd bê
bo ḧeqqî qewmî dewłetangeř bî