sertîp nemamî baẍî zînganîm

amojgarî bo «sertîp»
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  365 Dîtin
sertîpNava taybet nemamî baẍî zînganîm
nûrî bînayî û sermayey cwanîm
were se’atê le lam danîşe
diłit betał ke to le endîşe
neçêt le bîrit her çît pê êjim
le nawî mêşk û diłit eynêjim
kuřim min pîr bûm hêzim biřawe
tabu û twanayî, hewłim nemawe
feqet to şukur demî cwanîte
hewł pêplikey kameranîte
tikat lê ekem sertîp ḧeyatim
bo xwat pê ełêm gułî neşatim
xot řû řeş nekey le qapîy xwa
xot nekey řû zerd meḧkemey ceza
ḧiqûqî qewm û weten nefroşî
le ber xot bo ẍeyr qet tênekoşî
kizî û birsêtî û latî gişt kurdê
jîn û zînganî gişt gewre û wirdê
be kizî û latî xotî bizane
her kes wa nebêt be zołî dane
weha mezane her kurdit naw bê
şertî qewmyet îtir tewaw bê
řołe ew kese kurdî tewawe
beřasî nawî xoy be kurd nawe
mał û ewlad û jîn û ḧeyatî
berzî û amal û xoşî û nîşatî
le geł gişt kurdê be gişt bizanê
înca etwanêt xoy be kurd danê
feqet be’zê hen ḧeramzade û puşt
bu nef’î şexsî bira û bawik kuşt
ḧiqûqî jîn û berzî qewmekey
exate jêr pê le ber bodrekey
kuřim ewane zur baş me’lûmin
dayk aşkira û bawik mewhûmin
deẍîlit bûgim aman sed aman
bûm be xatrî ayetî qur’an
xot buẍzyaw nekey le ber menfe’et
nebît be hedef bo taney mîllet
qazanc û berzî xot la geław bê
lat bew kurdêkî xawênit naw bê
têkoşe be gyan bigeřê bo hel
bo berzî weten bo jyanî gel
hewł û kirdarit wa bê gişt anêk
meḧbûb bît le lay hemû kurd zwanêk
ke mirdît ewen pak û temîz bî
lay welî û bê dîn wek yek ’ezîz bî