ey çerxî felek çerxî nîl řeng

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  392 Dîtin
ey çerxî felek çerxî nîl řeng
ey beḧrî meynet piř peyçûney řeng
be xwa demêke serim suřmawe
şêt û ’ewdałim be em sewdawe
bo lêl hemû kes şerit û qewl ekey
le geł hîç kesê e serî nabey
bo hîç kes le say to neḧesawe
boç bo hîç kes xêrit nedawe
bo çî nazanî bê qewl řû řeşe
le řeḧim û bexşiş xuda bê beşe
eger epirsît şeref wefaye
dirozin řû řeş dergay xudaye
bê şerit û peyman wek serserîye
řû řeşî dîwan pêẍemberîye
nicaة fî alisdiqErebî temaşa bikey
lem bê şertîye zû ḧaşa dekey