mezre’ey bextî hemû kes da’îma newrozîye

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  371 Dîtin
mezre’ey bextî hemû kes da’îma newrozîye
her kesê kałay fereḧ ser ta qedem pîrozîye
min nebê awî çinawe hewrî şûmî bextekem
ew le cêy baran û terze her ẍubar û tozîye
ey řefîq em çerxe xoy îsbatî bedcinsî eka
çon le her kwê nakesê bê sed necîb menfuzîye
ey xwa sa dad le des ẍeddarîyî gerdûnî dun
bo çî wazî her nehêna lem řewştî ḧîzîye
nakes û nadan le jêr sat giştî şade û musterîḧ
dahî û ’alî neseb mebhut û kota řozîye
tu xwa takey le ser min tyê be qîn û qarewe
ey felek sa laybere esbabî em mebẍûzîye
wa le gojey kulxenî ẍem (mîne cafNasnava edebî swêm botewe
bêje zû çarey biken tu xwa ewî diłsoz nîye