saqî lew bade xumar eşkênê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  427 Dîtin
saqî lew bade xumar eşkênê
řîşey weswasey xem le bin dênê
bimderê camê be yadî caran
bełku be neş’ey dił pêkenênê
***
bê da binîşîn tawê be diłî şad
le ser lêwî şet şarekey beẍdad
wek fîlim yek yek bîxene pêş çaw
mêjûy řaburdû her çî ha le yad
***
ew şetey saf û řewan eřwato
ew mewcey be şewq le řût edato
gişt be serhatî beẍda řa exa
perwêz û cemşîd e bîr exato
***
debdebey řojî şadêkey şîrîn
dexate pêş çaw pyawî wirdibîn
dełêt řojî wa nebwe û nabêto
şîrîn be bûkî hat bo meda’în
***
zor baş biřwane awî ew şete
her çende safe, bełam xet xete
eger bîzanî bîxwênîtewe
ezanî dunya çen bê qîmete
***
çunke em cêge to mîwanêtî
em şetey ke to le lîwanêtî
cêgey harûne wa tyaday to
bezmî me’mûne le seyranêtî
***
ay çen şehenşay saḧb supa û san
hatin û çûn û min her mam wek xom
nûsrawe ełêt, kwanê mu’tesem
kwa alî bermek, kwanê mu’tesem
***
heta têfkirît cwan lêy tê egey
her kes çon têy hat her bew řenge řoy
ne hîçyan hêna ne kes hîçî bird
şet û seyranga, xak mawe wek xoy
***
bełam ew kesey ke bextyar bû
le pûçî dunya baş xewerdar bû
kirdey xawenî û cwanî cê hêła
ne kes azarî û ne kes azar bû