mîrî mukirem serwerî ’adîl kerîmî ba kerem

bo kerîm begî bawkî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  369 Dîtin
mîrî mukirem, serwerî ’adîl, kerîmî ba kerem
ba sexawet, ba dirayet, piř şeca’et, muḧterem
dahî û mîhman newaz û nîk xulq û bê ẍerez
dadxiwah û ’edil cû, bê zułim û munker, bê sitem
bê tekebbur, ba tewazu’, piř xîred, miskîn newaz
saf tînet, pak řîf’et, nîk xîlqet, ba ney’em
bête în’am û sexa baran, be zatî layezal
çî hezar lêre bidat çî bidatin yek direm
ger e meydano biçê bo ceng û bo ḧerb awerî
to biłê řostem ewa řoyşte meydan des beřim
her wekû camî ekat te’rîfî exlaqî ḧuseyn
min dekem te’rîfî exlaqî kerîmî serwerim
her wekû ew çerxî dewranî be pêy diłxiwazî bû
ger emîş yek dewre dewran ber muradî pê ełêm
emřo çî şahe le ’alem her çî pîşûtir buwe
her le nesil alî ’usman takû şahanî ’ecem
cewher û ’edil û sexayan mîneNasnava edebî ger ko keytewe
naygeyenête sexa û ’edil û dadî lacerem