bêkes kesî to qewmekey bê kes

şîwenî «fayq bêkes»
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  695 Dîtin
bêkes kesî to qewmekey bê kes
şerte êşim bê ta axir nefes
şerit bê êware û subiḧ û nîweřo
ta emirim biłêm kak fayqNava taybetm řo
deryay me’rîfet ser şa’îrim řo
edîb û dana û hem mahîrim řo
fîrdewsî guftar bê dił pîrim řo
ḧac qadrî koy berz û jîrim řo
dawaçî tołey kurdistanim řo
serokî polî şa’ranim řo
kake řoyneket bo xot êş nebû
her êş bo bira û qewm û xoyş nebû
diłnyat ekem çî kurd zwane
dił piř le xwên û dîde giryane
her kurdê biłêy ke tozê jîr bê
daray ’eqił û fam, xawenî bîr bê
lem koçî toye awat we merge
cařs le jîn û birîndar cerge
çunke le dway to kes nîye wek to
çî be bîrya bêt bîxate deşto
to lêt yeqîn bê nemirdûy mawî
heta dunya bê her nawbirawî
«bîst û ḧewt sałe» û «şerte şerte»ket
heykeln bo to le naw qewmeket
fayq gyan xo to dił azar nebûy
bê řeḧim û xwênimj sitemkar nebûy
em cewre çî bû bem serma û sołe
kirdit lem qewme şûm û kiłołe
gişt le quř daye û xerîkî şîne
hemû qułaxî û sîpał ximîne
bełê to bo seyr baẍî řîzwan çûy
bo dîdarî bînî ḧûr û ẍîlman çûy
emma jyanit le ême tał kird
gişt kurdit lêwe û şêt û ’ewdał kird
dełêm be mêjû berguzîdekem
řûm bê řwîştît nûrî dîdekem