ey zuban wek bilbilî goya were meydanewe

bo «pîremêrd» le supasî şî’rekanî «duwanekey şwên małewe»
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  356 Dîtin
ey zuban wek bilbilî goya were meydanewe
çen gułî řengîn bere dîwanî kurdistanewe
bîke nezmî mediḧ û te’rîf û teşekkur nameyê
bo edîbî zor necîbî dahyey ’ellameyê
nuktezanî piř beyanî dûdmanî xanedan
pîrî meşhûr ḧacî tofîqNava taybet tacî destey şa’îran
’erzî îxlas û îradet ke le řûy însafewe
çun wekîlî tu û le layen mîr û ’êlî cafewe
bêje ey pîrî zeman ferze teşekkur kirdinit
bo hemû cafê le ḧałî jîn û paşî mirdinit
yek be yek memnûnî lutfî toyn û şukirî to dekeyn
bem supase ta qyamet beḧis û gifit û go dekeyn
hem ezanîn ger zubanêkman bibête sed zuban
şukirî kirdarit be ême nakirê şerḧ û beyan