ey bitxanekey lay derbenî xan

bo bitxanekey lay derbendîxan
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  472 Dîtin
ey bitxanekey lay derbenîxanNava taybet
bînayî wêraney serçemî sîrwanNava taybet
to xwa pêm biłê to deskarî kêyt
řemz û binaẍe û yadgarî kêyt
kê kirdûyîtî bo çî wêraney
bo çî kawil û bayequş xaney
tikat lê ekem bimdero weram
xas têm geyene lêt bûm sersam
hate e zuwan bînay wêrane
weramî damo bem beyanane
witî bira gyan boç agirt dam
boç twêjî zamî twêj beset ladam
le min mepirse seyrî azam ke
seyrî heykelî nawî bînam ke
biřwane me’nay qełay şemîran
ca baş tê egey le êmey wêran
qełay şemîran qełay şa û mîran
nîştimanî text cêy iqlîm gîran
em heykelaney pêy ełên bitin
gişt wêney şahan biłind hîmmetin
wêney şehenşa û mîranî kurdin
řemzî şêranî řojî neberdin
min bitxane nîm cêgey şahanim
nişîngey textî cemşîd cahanim
êwe le mêjûy pêşûman wêłn
her wekû kwêrî bînayî lêłn
le ber bê ’îlmî sertan siřmawe
nawî êmetan bitxane nawe
min û peykułî û qełay şemîran
êste bem řenge wa bûyn wêran
mawa û mekanî tacdaran bûyn
qesrî sełtenet şehryaran bûyn
cêy bezim û tedbîr şa û wezîran bûyn
leşgirgey leşkir ser emîran bûyn
nawim şanşîn qewmî kurdan bû
şahim ḧakmî gişt kurd zwan bû
ḧuř û serbest bû bê perwa û diłşad
le êşî zułmî dujminan azad
gerdişî gerdûn dûnî sitem co
têkî da dezgay şahane û şiko
dujminî şad kird be xak û awman
nawî gum kirdinîn bitxaney nawman