ey felek kurd kuřî toy kuşt biray toy serbiřî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  355 Dîtin
ey felek kurd kuřî toy kuşt biray toy serbiřî
qapîy ke’bey şikand, ya perdeyî beytî diřî
bo le her layê be awî çawî xwênawî ciger
ẍunçeyêkî arezûm biřwê be nakam eybiřî
---------------Teksta ne aşkira
her şewî kurd bê ebê tarîkistan bê û bê feřî
serbeser ’alem le sat behrey xoşî û azadîye
behreyî kurd jêrdesî û meḧkûmî û tal’ şeřî
bo çî kufre tu xwa ey çerxî dûnî dûn perest
def’eyêkîş to be pêy diłxiwazî ême hełpeřî
ḧeqqî xote herçîyekman pê ekey pêman bike
çunke me’lûme ke sûk û bê sebat û ciłfiřî
lêt muḧeqqeq bê ezanîn wek ezanîn xwa ḧeqe
to denî û hercayî û ’adî perest û dûnkiřî
jin ke meşhûrin be bê şerit, şûyê ya dû şû eken
to hemû şew bûk û xor kewt, bêweyêkî qołtiřî
(mîne cafNasnava edebî ’îrfan û cewher tal’î lêla nebê
pareyê naka le meydana eger şêrî neřî