em şeřnameyem bo gişt gelî kurd

şeřnamey şêx meḧmûdî nemir
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  411 Dîtin
em şeřnameyem bo gişt gelî kurd
boye nûsîwe têbgen wird wird
şêx û gewrekan le ser tołey kurd
be gyan û be řoḧ xebatyan kird
cêyan be şaxo yan le serî berd
ey gel her şêx û her beg û xan bûn
le řêgey kurda fîday gyan bûn
gişt des be tifeng řojî meydan bûn
ya deste bestî nawî zîndan bûn
ya be ser şaxo bê aw û nan bûn
kê bû derbenî gişt sûr kird be xwên
her le çemçemał heta ber derben
day poşa be leş wek dar û dewen
xwênmijî kurdî tya kird be pen
ta zamar kira şêrî şêr řesen
kê bû le řojî berderkî sera
le aw barîka wa dewre dira
lenaw dołêkî bê pena û dera
no se’at wek yek kewt le sengera
le erz û asman tîr baran kira
çil sał şêx meḧmûd xwênî kird be aw
her le bokanNava taybeto heta besreNava taybet û fawNava taybet
îste kuřêkî perçem deq diraw
be kiławêkî be ḧewt řeng nexşaw
kurde û şêx meḧmûd xwênimj bû be naw
xo şêx meḧmûdîş xoy tenha nebû
bê bira û bê pişt bê hawpa nebû
bê beg û bê xan bê aẍa nebû
satê derebeg le ew cya nebû
boye ta ew bû kurd awa nebû
sêdarem biden derkêşin gyanim
le yek cyayî ken cimge û êsqanim
eger çwar pence bîwiřn zwanim
min řastî ełêm diro natwanim
em çen serdare be kurd ezanim
eweł şêx meḧmûd daray sêsed dê
xawen qeyserî û koşk wimał û cê
hemûy cê hêła û çuwe say berdê
çil sał weku yek wêsya le ser pê
wek şêr eynirkan maf kurdim ewê
êsma’îl xanîş be řastî kurd bû
le řêgey kurda wa mêşkî wird bû
duktor fu’adîş kuřê neberd bû
şêx se’îdalle ta bêjî merd bû
şêx qadir ře’îs řojî neberd bû
xo xalîd beg û miḧimd ẍezenfer
ke le řêy kurda dořanyan ser
ya yusif tya serkirdey leşkir
polî nemirdiwî şaxî dyarbekir
nawyan gum nabê ta řojî meḧşer
mełên witarî dûr û dirêje
zor le serî eřwat, be wituwêje
çî ebînim kurd gułołey lêje
dił be wêney zam neşter xwênrêje
serim wek debeng bê hoş û gêje