dête kuł xwênî geşî laşeyî meqtûl

bo řojî řeşî şeşî eylûlî sałî 1930
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  428 Dîtin
dête kuł xwênî geşî laşeyî meqtûl
em qewme esênê ḧeqqî řojê şeşî eylûl
me’lûme ke gum nabê le naw mîlletî kurda
cêgîre le twêy mêşkî hemû gewre û wirda
nûsrawe ce xwênî geş û enguştî kujryaw
kurdîne ḧeqî ême mexen êwe ebnî aw
be ew xwêney ke řijyaye eber qapîy seratan
tesdîqî biken xwênî syaweḧşe le latan