ewsa ke heta dunya dunya bû

sikała
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  369 Dîtin
ewsa ke heta dunya dunya bû
negbet wiłatî danepoşabû
hawîn û zusan, behar wekû yêk
ehat û eçûn her yek be řengêk
îste çun negbet řûy kirduwe têman
bedbextî girtî wełat û cêman
le fîkir naye ełên zusane
dayîm weyşûme û bewr û barane
ke min minał bûm, êsta ke pîrim
hewweł şewekey nayete bîrim
her çî epirsim pêm ełên bawe
neřoyne aẍa û heme îł mawe
îlahî be cah zatî pakî xot
be paye û celal tenyay takî xot
labe le serman tengî û zeḧmetit
labe le serman tengî û zeḧmetit
necatman bide le tof û baran
le befir û yexben, kiřîwey zusan
řêman nîşan de berew řûy behar
diłxoşman bike be guł û gułzar
bibûjînewe le new behara
řiçyayno, mirdîn le jêr nisara