ya řesûlełła meded besrawe lêm qapîy necat

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  581 Dîtin
ya řesûlełła meded besrawe lêm qapîy necat
zû be lutifit bigre destim şah û fexrî ka’înat
řû le her layê ekem, řêgem nîye sa řeḧmetê
řûřeş û bêçare wa řûm kirde qapîy baregat
dił be xwên û xeste cerg û dîde piř aw û nimîn
bêkes û bêmerce’im, xom xiste jêr saye û penat
to şehenşahî siřî dêhîmî xetmulmursilîn
sa tereḧḧum ke be ḧałim min fîdayî xakî pat
bê pena û bê newa, bê destigîr û to umêd
her le ber meḧzî xuda qurban le gencîney sexat
merḧemet fermû be ẍembarî û zelîlî û bê derîm
çareyî em derde ke pêm bexşe to qebzey berat
wa le des zułim û cefa mîneNasnava edebî be dem êşî derûn
em ’erîzey daye xizmet, serwera! hawar le lat