ey delîlî bê delîl û ey newayî bî nwa

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  837 Dîtin
ey delîlî bê delîl û ey newayî bî nwa
ey emîrî bê emîr û ey xudayî bê xwa
ey şehenşahî serî dîn hîmî mułkî lamekan
ḧamîy bê merce’ û ey merce’î gişt îltîca
destigîrî zumreyî damaw û meḧzûn û zelîl
hadîyî bêçareyî ewgarî bê pişt û pena
mełhemî zam û birînî kaffeyî xwênî diłan
şerbetî teskînî arî cergî piř soz û siza
ey kilîlî pêwen kirawî êş û xem
şefîy bîmarî me’lûl û dewayî bê dewa
řaberî awareyî sarayî payanî derd û îltica
loksî řêgey wêłî herdey zułmet û kerb û bela
bo řica dênme tika, ta bom tikakar bê lelat
şu’leyî nûr û sefay sîmayî zatî mistefa
bimke xatir ta’et û tesdîq û teqwayan hemû
kafeyî esḧab û ehlî beytî bê boẍiz û řya
agirînim, dił birînim, çaw nimînim, piř girîn
bê mu’înim, dił xemînim, êş le lam bê întîha
geste cergim, xeste mergim, zame bergim, xwên xorak
zarde řengim, qet’e dengim, zor be tengim řebbena
sa be řeḧmî xot xwaya, çareyî em kare ke
ẍeyrî to lay kê biçê mîneNasnava edebî, de hawar hadya