ey xwa yaxî û xecałetbarim

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  600 Dîtin
ey xwa yaxî û xecałetbarim
řûsyay qapîy perwerdigarim
mutî’î emrî nefis û şeytanim
pişt xemîdey jêr barî ’îsyanim
ta’et gum kirdu bê bîza’etim
me’syetbar û hem xecałetim
meḧcûbî zumrey gunahbaranim
ser ḧełqey meclîs şermesaranim
le bed kirdarî nemkirdiwe teqsîr
bed etwarî xom řûy kirdûme qîr