ey xwa tu xwa be lutifit çarî karî min bike

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  565 Dîtin
ey xwa tu xwa be lutifit çarî karî min bike
mełhemî řeḧmet e zamî cergî zarî min bike
’aciz û ẍemgîn û bê kes des be ejno qoř be ser
bê der û bê melce’im, ya řebbî çarî min bike
řêge bo hîç kwê nîye herçî dere besrawe lêm
to dewayî derdekem, perwerdigarîy min bike
wişke gułzarî nîşat û mezre’ey jînim xwa
to be hewrî lutfeket řeḧmê be zarîy min bike