yałła we ḧacet sipîdey ekirem

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  638 Dîtin
yałła we ḧacet sipîdey ekirem
miḧemedNava taybet fexrî ewladî adem
ew şaswarey ’ersey lamekan
ew şahbazey ser pak bûnyan
ew salarî dîn, ew sułtanî dîn
şefî’î ’alem xitim almirsilînErebî
sipîdey surûr, kaffey mexlûqat
şefa’etkerî řojî ’eresat
şehenşay leqeb taha û yasîn
xelas kunendey hemû muznîbîn
bimke be xatir ew berguzîde
bibexşe deway derdim cedîde
herçende yaxî û xecałetbarim
řûsyay qapîy perwerdigarim
mutî’î emrî nefsî şeytanim
pişt xemîdey jêr barî ’îsyanim
ta’et kem kerde, bê ’îbadetim
me’syetbar û hem xecałetim
daxłî giroy gunahbaranim
serbezmî ḧełqey şermesaranim
ewweł ’efû ke barî gunahim
qubûł ke tobem ey padşahim
dûhem we ḧacet ew berguzîde
bibexşe deway derdim ce dîde
ewweł şayetîm we to awerden
îqrarim we lefiz tenhayît kerden
tesdîqî weḧîy nubuwet kerdim
we řesułła îman awerdim
herçî ce qor’an ḧasił kirawe
we şer’î şerîf namş birawe
baweřim pê hes perêm bû yeqîn
xeta nekerden ’almanî dîn
her çî to fermût we nebî efxem
ewanîş wayan witwe be ’alem
tobe ya řebbî tobey nesûḧî
le kirdarî bed mujdey neqbûḧî
tobem bo ce gişt kirdeyî bede
ce ef’alî bed herçî wêm kerde
bibexşe barî gunahim yekser
le lewḧulmeḧfûz emrî ’efum de