serwî řewane qametî lawî řewandizî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1877 Dîtin
serwî řewane qametî lawî řewandizî
afatî cane ẍemzey çawî řewan dizî
lew nasîḧanî ême ke bo dił deden be diz
dił řence bo nîgarim û dînî lewan dizî
mecnûnî cîlwey ew peryem dîwe herçî dî
yeẍmagerêke ’eqłî le pîr û cewan dizî
wek kareba le ka keşşî cezbî ḧusnî to
sebrî be dizyewe le minî natewan dizî
lêşawî bestuwe be řuwa meḧuyaNasnava edebî siruşk
daxo çi bê qerarî le awî řewan dizî!