be efsûn û du’a tesxîrî ew şoxe çi îmkane

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 2 Xulek  2253 Dîtin
be efsûn û du’a tesxîrî ew şoxe çi îmkane!
xeyałî xawe ’enqa nakewête dawî efsane
hucûmî ’aşiqanî dî ke miştê cwênî pê bexşîn
be ser xotanya dabeş biken, sa beş bika ya ne!
ẍułamane serim dana le ber pêya, wekû zułfî
ke çî ew her minî xistote pişt gwê wek ẍułamane
sekîney mertebey sûtanîye ateş peristî ’îşq
eger saḧêb îradet bê ’eceb pîrêke perwane
be bê to seyrî gułşen kirdinim her weḧşetî berda
gułim dî cameçak û bulbulim dî ẍerqî efẍane
nesîḧet bê bira! ger řołe bû meřwane bo aba
gewahî ’edłî em de’waye pûrî pûrî merwane
meta’î sîdiq û îxlasim le bazařî řyakaran
le sûrey qil hû alilhErebî dekem lem muşrîkistane
ewendem lew qed û bałaye aşûb û beła dîwe
le seyrî serwî baẍim ẍayley ẍûlî byabane
nema cêyî ew cigergoşe, meger řoḧ û ewîş deřwa
ciger sozane dił biryane, dîde piř le giryane
çi berqî cîlweyek hewrî beharî kirduwe bê tab
be nałe û giryewe dêt û deçê wek taze dêwane
syabextî le mecnûnî min îtir çî dewê meḧwîNasnava edebî
serim şêwawe, řojim tîreye, ḧałim peřêşane!