le burcî perçemî kêdaye berqî dawe lacangê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
508 Dîtin
le burcî perçemî kêdaye berqî dawe lacangê
le subḧî sadqîş bełke sipîtir bû ke şew dangê
xuda ḧafîzî bêt biřwa le çawma ’eksî gîrawe
ke řoj awa bibê boxom hełî dênim wekû mangê
hezar bangî be naḧeqda mu’ezzîn baqîye hêşta
ke mensûrîş beser dara eken bîda be ḧeq bangê
ke çawî hełbiřî mumkîn nîye bendî ciger nebřê
hezar neşter lelam waye neka te’sîrî birjangê
zemanêke be řojûm bew umêdey her dełêm bîkem
le qursî řûmet û ’ennabî lêwit bełke berbangê
hemû e’zay deme bo girtinî yaran řeqîb yařeb
le deryay xułqeta nabêtewe bew new’e qirjangê
le ta’ûn û weba bê bake lewsawe felek ḧemdîNasnava edebî
henasey serdî to eyda be dûkeł kullî şew qangê