ẍeyrî em syane le gułşen men’î min naka kesê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  569 Dîtin
ẍeyrî em syane le gułşen men’î min naka kesê
baẍewan yek, bulbulan dû, xarî damengîr sê
sê bełaye wa minî şêt û let û pet kirduwe
çawî yek, egrîce dû, ebroyî wek şimşêr sê
kuşte û dił piř le daẍ û besteyî sê kafirim
xettî yek, xałî syeh dû, gêsûyî zincîr sê
zar û diłxun û ciger kun kun buyî em sê şitem
xende yek, dû lêwî dû, mujganî her wek tîr sê
wa ezanim berkesî naxen beheştîş sê giruh
’eşqîya yek, sa’îlan dû, murşîdî řeng pîr sê
em syane nayełn bimirim le koyî dilbera
te’ne yek, tezwîr dû, zerdexeney teḧqîr sê
manî’im syane keř û lałim eken wextî wîsał
şewqî dił yek, nazî yar dû, penceyî teqdîr sê
ta bibin em syane lutfî qet legeł ḧemdîNasnava edebî debê
kîbrî ew yek, zîllî min dû, fîtne û tezwîr sê