dił dezanî bo le şu’ley kułmî leyla nageřê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  530 Dîtin
dił dezanî bo le şu’ley kułmî leyla nageřê
ta nesûtê ’eybe perwane le lempa nageřê
zilf û řûmet kifir û îmane be şer’î ’aşiqan
dił le mizgewt destî şişt û bo kiłêsa nageřê
ẍulẍuley hîcre nîşaney zemzemey řojî wîsał
ta sebu qulqul neka me’lûme sehba nageřê
bê sere seru û sinewber bê bere qedrî nîye
boye westawe le dewrî qeddî ře’na nageřê
piř le ’eşqî toye xoşî her le dinya laneda
ber şeqî de her serêke bê dû sewda nageřê
min ze’îfim derdeçê nefsî qewî baqił le dest
to petî ke em sege çunke be hewda nageřê
çî le kil ka ger giłî derganekey toy des kewê
bo cewahîr surme elbet çawî bîna nageřê
çûye gułşen abřûy guł boye yekcarî tika
’adeta kwêrêke nêrgis mest û şehla nageřê
dek xuda wergêře em çerxe leber bê hîmmetî
qet be meylî ehlî hîmmet dewrî dinya nageřê
’aşiqî mehcûre ḧemdîNasnava edebî to mepirse ḧałî ew
’ehdî kird bê yadî to ew deşt û seḧra nageřê