wekû bîstit le qeyser qesir û kîsra bo le key xałî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
594 Dîtin
wekû bîstit le qeyser qesir û kîsra bo le key xałî
le dîwanî şehnişahan cîhanit dîwe key xałî
le mergî mumsîkana fîlḧeqîqe xezne bexşe dehir
leser sifrey cîhan nabê ke destî cûdî tey xałî
ke dił piř mudde’î daym bitirsê çake nek biřjê
ke nagîrê demî mîna zemanê bû le mey xałî
were ey dił le eşẍalatî laye’nî feraẍet ke
ke te’sîrî nîye nałe nebê dił mîslî ney xałî
xerabatî muẍan bê nałeyî mestane wêrane
xerabe xaneqayê le dengî zîkirî ḧey xałî
milî mînayî ehlî muḧîbbet megre her wek gerd
řeqîb nek wek sebu siřřî derûnî bê beqey xałî
mîsalî we’dî wesłe ḧîddetî cananeket ḧemdîNasnava edebî
beharî nabê dinya bo le dengî ře’dî dey xałî