legeł ’alem ke dinya destî têkeł kird witî ferdî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
513 Dîtin
legeł ’alem ke dinya destî têkeł kird witî ferdî
meḧałe bem jine hercayîye têkeł bibî merdî
ne poła û ne mis nirxî biřiştî zîw û zeř naka
bełê meqbûlî xase řû sipî merẍûbe řû zerdî
bira karî cîhan nerdîne şeşder bigre dû şeşte
eme şaze yekê bîka be hep yek def’eyê nerdî
şikandûye řeqîb şîşey şerabî ’eyşî em xełqe
be pencey ew nebê lem asmane nakewê berdî
deway azarî ’uşşaq û řeqîban wesił û hîcrane
bełê nabê le dinyada bibê ferdê bebê derdî
be ẍeyrî merdî saḧêb sefwetî qelbit nebê umêd
ke lafawim nedî bişwa leser řuxsarî xoy gerdî
mełên zorî ebête wasîtey kem qîmetî eşya
ke kałayî wefa qate be pûłê nakiřn yerdî
xerîkî řabîtey ferhad û mecnûne şukir ’uşşaq
bebê ḧîkmet nîye ḧemdîNasnava edebî ke bigrê damenî herdî