le xwênî xom ke nûsî pîrî mey fermanî azadî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  463 Dîtin
le xwênî xom ke nûsî pîrî mey fermanî azadî
fereḧ kewte diłî derwêş û sofî kewtine şadî
muḧîbbetxaneye dinya xerîkî ’eşqe mewcûdat
çi ’uşşaqî, çi me’şûqî, çi şagirdî, çi ustadî
wekû şîrîn xeyałî kuhkendî ger debû leyla
legeł ew zu’feda mecnûn dekewte karî ferhadî
be dił ehlî diłî peyda deka dinya heta řojê
be seg cerg û diłî dênêteder herwaye mu’tadî
be pîrî taze sewzî çî debê nexlî emel laçû
henasey bê newayanit bese bo meḧu û berbadî
felaket murşîdî ehlî muḧîbbet bê îtir ḧemdîNasnava edebî
çi muḧtace be teḧsîl û silûk û pîr û îrşadî