hênd diłim muştaqî taqî cûte ke’bey ebruwe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  419 Dîtin
hênd diłim muştaqî taqî cûte ke’bey ebruwe
wa le ’eynî fîtneda sucdey be qîbley birduwe
seyrî em şewqe be seyr û basî zilfî ew gułe
mû le nawî çawim û nukî zimanim derçuwe
ba necatî zû bibê ’aşiq lejêr çingî řeqîb
ew meře najî le çingî gurgî załim ber buwe
to le şewqî min desûtêy bo çî deyfermûy witim
ey şem’ perwane lutfen fêrî kirdim em xuwe
hênd geřa dinya nîhayet kewte destî kuf’î xoy
xwênî xełk û małî ’alem bû cîyazî em şuwe
wek le dûy dinya geřa ger bo ’esay mûsa debû
êste destî kewtibû bûbû be fîr’ewn em cuwe
nawî ḧemdîNasnava edebî bote pêxorî qise zû bîkujin
ba le luqmey em denî teb’ane derçê em muwe