tacdarî gułşenî ḧuzne gułî xendanî min

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  523 Dîtin
tacdarî gułşenî ḧuzne gułî xendanî min
şorî bulbul key degate zemzemî giryanî min
ger le yar cya nebmewe řoḧim bikêşin namirim
çunke her řoḧî řewane dilberî cananî min
her wekû saqî felek em dewr û çerxey bo mine
ta le xwênî dił piřî ka dîdeyî fincanî min
daxlî fehrestî tomarî felatûnî nebû
her nesîbî dujminim bê derdî bê dermanî min
ger be çawî min debînî yek sibeynê řûyî yar
ca dezanî ḧîkmetî xokuştin û giryanî min
cennet û dozex le kulbey ’aşiqandaye wesił
řewzeyî řîzwane dozex agirî hîcranî min
çende xoşeḧemdîNasnava edebî carê bête em wêraneye
ca debête qesrî cennet kulbeyî eḧzanî min