min û pîrî xerabat û derî meyxane ta mirdin
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
2 Xulek
1838 Dîtin
min û pîrî xerabat û derî meyxane ta mirdin
min û saqî û mey û cam û qisey řendane ta mirdin
biřo zahîd mubarek her be to bê mescîd û mîḧrab
min û ebroy bitan û goşeyî bitxane ta mirdin
mekogay diz wekû xełwey murîdî şêxe bo çîme
min û bezim û nîgahî dilberim mestane ta mirdin
le şewqî ’eşqewe min meş’elî bezmî ḧerîfanim
were perwane biřwane eme sûtane ta mirdin
le îclalî guła şeydaye bulbul dostî îqbale
wek ehlî êste elbette beşî hîcrane ta mirdin
benaz nazit dekêşin ’aşiqan deşłên girancane
be řoḧ nazit dekêşim min lelam herzane ta mirdin
le pişkoy ẍunçeyî lêwit biłê herçî ke pêt xoşe
deba řeḧmet nebê zeḧmet bide û besmane ta mirdin
medarî îttîhamim sû’î zennî yare bem ’eşqe
biłên řencî ’ebes derdêkî bê dermane ta mirdin
cefay dilber mełên naxoşe, xoşe ger qedirzane
wefay xot to bike û binwaře ew ’înwane ta mirdin
witim bo tecrebey ehlî muḧîbbet xot meřencêne
beşî ew taqme me’lûme, serdanane ta mirdin
le beynî erz û eflaka ewî wek zeřře şewqî bê
esasî xîlqete ḧemdîNasnava edebî ke sergerdane ta mirdin