dyare pişt le mirdin bestine xo řû le to kirdin

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  579 Dîtin
dyare pişt le mirdin bestine xo řû le to kirdin
qyamet hełbisê xoşe le îşî řûbeřû kirdin
çi dînêke eme nembîstuwe meyxaneyî ke’be
nîgahî mest ḧeramî kirduwe seyrî biro kirdin
çi xoş keyfe minałane xerîkî yarîye yarim
serim ber şeq eda xoşe dełê kelle be go kirdin
hetakey her be heşt qapî dezanî řêy beheşt wa’îz
legeł dergahî yara kifre bo çî heşt be no kirdin
be ’umrî xoy qisêkî řastî kird şahim ewîş mest bû
witî wek lazîm û melzûme bo gewre diro kirdin
mesîḧayî deka ’eşqit le îḧyakirdinî minda
be wişkî şaxî umêdim dîsan kewte çirokirdin
mu’ellîm meşqî celbî ẍeyr le fikirî çû be barêka
îlahî çende ustade le karî xobexokirdin
be yek ẍemze le xoy û ’alemit kird ḧemdîNasnava edebî bê çare
çîye çarey dexîlit bim bifermû to le to kirdin