hênd witim xełqe mebin ’eybe ewende dû ziman

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  481 Dîtin
hênd witim xełqe mebin ’eybe ewende dû ziman
wa le daxana şeqî bird û zimanim bote duwan
bê zimanî xoşe wek meř ger serî nebřê qesab
ba zimanêkit bibê peyda bikey ḧeqqî jyan
quř mede emřo be demta quř beser xota bide
ba nełên ker bû girêy destî nexsitaye didan
pyawetî ger her ’îbaret bê le mûy řîş û simêł
beş be kes naden bizane cûleke û sabrênekan
tanceřo û sîrwane têkeł yek bûn wek dîcleya
abřû xwênî diłî kurdane herdûkyan tikan
pare pare cergî mîllet serf eken key pareye
pûle pûley gewrekane bote esbabî qiřan
małî mîratî be herzan ḧemdîNasnava edebî mefroşe ke şêx
boye bednawe be herzanî firoştuwe dînman