ew kesane da’îma menzûrî dû dîdey seman
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
464 Dîtin
ew kesane da’îma menzûrî dû dîdey seman
wa bekeyf û arezûy dewran leser řeqis û seman
pak tînet ger le beḧra bê be qîmet her dega
qetreyê awe ke deykate cewahêrî zeman
min le tundî řast meşreb zeřřeyê bakim nîye
bo le dił tîr dane pêçî keç tebî’et wek keman
ḧîretim ebnayî em ’esre bikem teşbîhî çî
şêrî ẍeřřanîş ke nabê wek eman bê bê eman
mirdinî em řoje îspatî ḧemîyet kirdine
’are bo şêran le bezmî řêwîyana leḧzeman
basî xuban ke lebatî ḧorîyan wa’îz ke ḧûr
to be şahêd be le cennet kes nîye ẍeyrî eman
celbî ẍeyrî pê deka řeẍbet be sofîda ke şêx
ḧemdîNasnava edebî bo tefrey fereḧ bîde le dił cêgey ẍeman