temaşa ken quřêkî şil depêwim
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
600 Dîtin
temaşa ken quřêkî şil depêwim
be kasey dîde xwênî dił depêwim
dełêy şîrdaxî zerd û sûre dilber
zemanê dadenê lêwî le lêwim
le dinyada serî mû ẍem nemawe
le dewrem girde boye mîslî kêwim
le gułzarî emelda muddetêke
behê degrê dirextî bextî sêwim
cigergoşem le min emřo detirsê
leber çawî dełêy erjengî dêwim
le paş ulfet beheştêke cehennem
bełê anê be bê mîḧnet peşêwim
xuda ḧemdîNasnava edebî ẍemî nard bo sibeynê
ẍemêkî tir bixo bo wextî şêwim